Komxebata Plana Çalakiyê ya 2022-2025an a Parêzgehê ya Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Zanîngeha me bi kordînasyona Midûriyeta Xizmetguzariyên Malbat û Civakî ya Şirnexê û bi beşdariya Midûriyeta Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Lêkolînên Jin û Malbatê (KACAUM) hate lidarxistin. Komxebata ko nûnerên gelek sazî û rêxistinên bajarê me beşdar bûn, 3 rojan berdewam kir. Di komxebatê de rol û erkên saziyên pêwendîdar di plana çalakiya parêzgeha nû ya di çarçoveya prensîba "sifir tehemula tundiyê" û talîmata Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî hatin gotûbêjkirin û yekdengîyek pêk hat. Di vê lihevhatinê de li hemberî tundiyê hevkarî û koordînasyona saziyan xurt bikin. Rêveberê Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Lêkolînên Jin û Malbatê Dr. Hîndekar Dîcle Özcan Elçiyê destnîşan kir ko zanîngeha me dê ji bo xebatên bi vî rengî piştgiriya mekanî, teknîkî û akademîk bidomîne. Komxebat bi rûniştina girtinê bi dawî bû.
Galeri
24/11/2021 | Şırnak Üniversitesi