Bi piştgiriya Parêzgerîya Şirnexê, Şaredariya Şirnexê, Odeya Bazirganî û Pîşesazî, Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Parêzgehê, Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Parêzgehê, Zanîngeha me mazûvaniya “1. Pêşbirka Kurtefîlman a Nav Dibistanan a Şehr-i Nuh”ê hat pêşandan.Di bernameya ko li Navenda Kongre û Çandê ya 15'ê Tîrmehê ya zanîngeha me hat lidarxistin de, kurtefîlmên ko ji aliyê xwendekarên saziyên perwerdehiya seretayî û navîn ve hatibûn amadekirin, hatin pêşandan. Parêzgerîya Şirnexê Osman Bilginî, Arîkarê Şaredarê Şirnexê Zafer Kuranî, Sekreterê Giştî yê Zanîngeha me Doç. Dr. İbrahim Bazî, Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Ahmet Özdemirî, Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgehê Hazim Ücünî, xwendekar, mamoste û welatî beşdar bûn.Di pêşbirkê de ji 87 dibistanan fîlma "Gulîzar" a Dibistana Seretayî ya Silopî Koçê, "Zarokên Şer" ê Dibistana Navîn a Cizîrê Parêzger Kamil Acunê û fîlma "Navê Hazal" a Lîseya Anadoluyê ya Cizîrê Hacî Fettah Kadoğluyê di pêşbirkê de xelata yekemîn girtin. Di dawiya bernameyê de, xelatên baştirîn lîstikvan, derhêner û senaryo û xelatên dibistanên ko di rêza yekem de bi protokola parêzgehê hatin dayîn.
Galeri
15/6/2022 | Şırnak Üniversitesi