Rektorê me Prof. Dr. Erkanî û Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Parêzgehê Özdemirî serdana Navenda Zanistê ya Zanîngeha Şirnexê kirin.Rektorê me Prof. Dr. Mehmet Emin Erkanî û Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Ahmet Özdemir çûn serdana Navenda Zanistê ya ko di çarçoveya projeya "Tûrîzma Perwerdehiyê" de bi hevkariya Zanîngeha me û Ajansa Pêşketinê ya Dîcleyê (DIKA) hatî avakirin.Rektorê me Prof. Dr. Erkan der barê Navenda Zanistê de agahî da û wiha got ko Navenda Zanistê, bi mekanîk, feza, pergalên enerjiyê û galeriyên biyolojiyê ve, derfetê dide xwendekaran ko dersên ku di teoriyê de dibînin pratîk bikin.Her wiha Rektorê me û Midûrê Perwerdeya Neteweyî ko bi komek xwendekarên ko hatin Navenda Zanistê ra sohbet kirin û li navenda zanistê geran.
Galeri
27/12/2021 | Şırnak Üniversitesi